EZAZ - Şer dest pê kir!

28-11-2015
RÛDAW
Nîşan Ezaz Heleb Sûriye Rojavayê Kurdistanê QSD El-Nusra Ehrar El-Ûam Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) di daxuyaniyekê de ragihand, wan êrîşên çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şam li navçeya Ezazê û li derdora Helebê têk birin.

 

Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şam êrişî her du gundên Keştear û Tenib ên girêdayî naveçya Ezazê kirin.

 

Li gor daxuyaniyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk êrişa çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şam li wan her du gundên li derdora bajarê Helebê têk birin.

 

Di şer û pevçûnên navbera her du aliyan de, bi dehan çekdar ên her du rêxistinên El-Nusra û Ehar El-Şamê hatin kuştin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, hêj şer û pevçûn di navbera her du aliayn de li derdora herdu gundan didom in.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêzeke nû ye ku bi beşdariya çend hêzên kurdî, erebî û aşûrî pêk hatiye. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hêzên sereke yên vê hevalbendiyê ne.

 

Hêzên QSDê di çend rojên borî de operasyonek berfireh li kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê û li başûr rojhilatê bajarê Hesekê li dijî DAIŞê lidar xistibû û di encam de bajarokê Holê û zêdetirî 1 hezar û 200 km  ji axa Rojavayê Kurdistanê ji dest DAIŞê rizgar kiribûn.

 

Amerîkayê jî di nîvê vê mehê de ragihand, ku zêdetirî 50 ton çek ji wê hêzê re şandiye, daku di şerê li dijî DAIŞê de bi kar bîne. Herwiha çend çavkaniyên nûçeyan dabûn xuyakirin, ku Amerîkayê 200 tonên din ên çekan gihandiye destê wê hêzê daku di şerê dorpêçkirina Reqayê de bi kar bîne, lê ti çavkaniyekî fermî ew yek piştrast nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst