Medyaya Tirkiyeyê: Ocalan di zîndana Îmralî de namîne

Enqere (Rûdaw)- Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di nava Pêvajoya Aştiyê de, rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji zindana xwe li Îmraliyê tê veguhestin bo malekê li wê giravê.

Medyaya Tirkiyeyê behsa wê yekê dikin ku, Ocalan ji zindanê tê veguhestin bo maleke Wezareta Dadê li Girava Îmralî û li wir dimîne.

Tirkiyeyê çaverê dike ku, di serdana vê carê de ya şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo Îmraliyê, derbarê çekdanîna gerîlayên PKKê û rêgirtin li xwepêşandanan biryarekî girîng bide.

Perlemantera HDPê û endama şanda ku serdana Ocalan dike Perwîn Bûldan ragihand: “Eger danûstandin pêşveçûnên baş bibînin û bigihên encaman, dibe ku di meha Adarê yan Nîsanê de Ocalan biryara danîna çekan bide.”

Bûldan da zanîn ku di hevdîtina dawî de Ocalan gotiye: “Eger em di danûstandinan de pêngav bi pêngav pêşve biçin, ku tê de herdu alî pêngavên baş bajêjin, dibe ku di meha Adarê yan Nîsanê de em fermana çekdanînê bidin, lê hemû tiştek girêdaye bi pêngavên piratîkî.”