Serokê CHPyê: Heger Kurd li vî welatî bibêjin ‘pirsgirêka me heye’ Pirsgirêka Kurd heye

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokê CHPyê Ozgur Ozel Devlet Bahçelî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Pêvajoya Aştiyê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di mitînga partiya xwe ya li Stenbolê de axivî û diyar kir ku heger Kurd bibêjin pirsgirêka wan heye wê demê pirsgirêka Kurd heye.

Serokê Giştî yê  Partiya Komarî ya Tirkiyeyê (CHP) Ozgur Ozel di mîtînga “Li Dijî Teror û Şîdetê Mafê Jiyanê” ya partiya xwe de axivî.

Mitîng li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê hat lidarxistin.

Ozgur Ozel di mitîngê de li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya nû û rojeva Tirkiyeyê axivî.

“Berdevkê însiyatîfa veşartî Bahçelî ye”

Ozgur Ozel bangî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got:

"Berdevkê însiyatîfa veşartî ya Tifaqa Cumhurê bi awayekî eşkere Bahçelî ye.

Em bi matmayî temaşe dikin ku birêz Erdogan hîn jî cesaret nake ku du peyvan li ser pêşhatan bibêje.

Dixwazin Ocalan were parlamentoyê û derdê gel neyê dîtin lê em ti carî teslîmî rojeva wan nebûne û em dê teslîm jî nebin.

Îro mafê hêviya yek kesî tê axaftin. Ez dixwazim vê yekê bipirsim ka dê kengî mafê hêviyê ji di nava vî gelî de were axaftin?

Hûn dê kengê mafê hêviyê bidin xanenişînan ku di bin sînorê birçîbûnê de ne.

Hûn dê kengî mafê hêviyê bidin zarokan û ciwanan û wan malbatên ku belawela bûne.

Hûn dê kengê mafê hêviyê bidin Parlamenterê Hatayê yê hilbijartî Can Atalay?!”

“Dewlet ji bo pirsan çareser bike heye”

Ozgur Ozel di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi pirsgirêka Kurd jî kir û wiha got:

"Li vî welatî heger Kurd bibêjin 'pirsgirêka me heye' Pirsgirêka Kurd heye. Pirsgirêk heye ne dewlet, netewe biryarê dide.

Dewlet jî ji bo vê pirsgirêkê çareser bike heye lê belê Tifaqa Cumhur van tiştan paş guh dike.

Li aliyê din ve jî hestên malbatên şehîdan û têkoşeran paş guh dike.

Helwesta me zelal e, em dê alîkarî û piştgiriyê bidin ku çareserî pêk were û şer bi dawî bibe.

Wezîfeya berdevk êdî qediya. Divê Erdogan derkeve û ji vî miletî re daxuyaniyê bide.

Ez bangî Erdoganê ku li hemberî terorê cesaretê nîşan nade dikim derkeve.

Em dibêjin ‘êdî Bahçelî nekin berdevk’ hûn çi dixwazin bibêjin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst