HPG û Tirkiyeyê amarên şer belav kirin

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HPG Şer Tirkiye Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HPGyê ragihand ku li herêma Zap, Xakurkê û Metînayê 5 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî îdia kir ku li Rojavayê Kurdistanê di operasyonên artêşa Tirkiyeyê de 15 şervanan canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirkiyeyê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê li Herêma Xakurkê  25ê Çiriya Pêşînê li devera Lolanê leşkerên Tirkiyeyê hewl daye bi tunelên gerîlayên ên şer ve biçin û paşê jî şer derketiye.

HPGyê da zanîn ku di wî şerî de 4 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê 27ê Çiriya Pêşînê her dîsa li herêma Lolanê leşkerekî Tirkiyeyê hatiye kuştin.

HPGyê her wiha ragihand ku 26ê Çiriyaya Pêşînê li Girê Cûdî sîstemeke radarê ya artêşa Tirkiyeyê hatiye îmhakirin.

Êrişên Tirkiyeyê

HPGyê di heman demê de eşkere kir ku artêşa Tirkiyeyê 25 û 26ê Çiriya Pêşînê li herêma Zap, Xakurkê û Metînayê 50 caran bi balafir û helîkopteran êriş kiriye.

Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku hêzên wan li Rojavayê Kurdistanê operasyon kiriye.

Li gorî daxuyaniyê di êrişên artêşa Tirkiyeyê de 15 şervanan canê xwe ji dest daye.

Her wiha îro Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser bilançoya êrişan wiha ye:

 “- Hejmara êrişên bi balafirên keşfê: 118

- Hejmara êrişên bi balafirên şer: 20

- Hejmara êrişên bi topên hawanan: 893

- Hejmara bi giştî ya êrişên dewleta Tirk a dagirker: 1031

- Hejmara şehîdan: 17

- Hejmara birîndaran: 65

- Stasyonên kehrebeyê yên bajar û herêmên kantonên Cizîr û Firatê hatin hedefgirtin û ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 150 hezar malbatî ji kehrebeyê bê par man.

- Ji ber qutbûna kehrebeyê ava stasyonên avê qut bûye.

- Bombebaran bû sedem ku mazot negihêje navendên xizmetguzariyê yên wekî firin û navendên din ên xizmetguzariyê û bû sedema kêmbûna madeyên sotemeniyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst