Dr. Ekrem Onen: Ev pêvajoya bêçekkirina PKKyê ye

18 demjimêr berê
RÛDAW
Ekrem Onen\ Wêne: Rûdaw Grafîk
Ekrem Onen\ Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Devlet Bahçelî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan AK Partî Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen Dr. Ekrem Onen ragihand ku pêvajoya nû ya Tirkiyeyê daye destpêkirin ne pêvajoya çareseriyê lê ew pêvajoya bêçekkirina PKKyê ye.

Akademîsyen Dr. Ekrem Onen bû mêvanê Bultena Bakur a Rojavayê Kurdistanê û pirsên pêşkêşkar Dildar Herkî bersivandin.

Li gorî gotina Dr. Ekrem Onen, pêvajoya çareseriyê ji ber pêşhatên dawî yên Rojhilat Navîn dest pê kiriye.

“Helwesta hêzên navneteweyî girîng e”

Dr. Ekrem Onen amaje bi pêşhatên dawî kir û wiha got:

“Hêzên navneteweyî çawa li meseleyê dinêrin. Divê em li wê binêrin.

Li gorî min ji Tirkiyeyê girîngtir helwesta hêzên navneteweyî girîng e. Berpirsên Brîtanya û Almanyayê beriya bi meh û nîvekê 2 Tirkiye ziyaret kirin.

Piştî wê ziyaretê hem muxalefet û hem jî hikûmeta Tirkiyeyê diyar kir ku ew dixwazin Pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Heger hem muxalefet û hem jî desthilata Tirkiyeyê bi yekdengî bibêjin `em dixwazin Pirsgirêka Kurd çareser bikin û yek deng û yek helwest bin` ev ji ber bandora hêzên navneteweyî û hevpeymanên stratejîk ên Tirkiyeyê ye.

Li gorî min hevpeymanên stratejîk ên Tirkiyeyê hin tiştên cidî dane ber Tirkiyeyê ku Tirkiyeyê jî gaveke wisa avêt.

Beriya ku Devlet Bahçelî van daxuyaniyan bide ti zemînek nebû ku were wan daxuyaniyan bide.

Li gorî min, hinek hevpeyman û hevkarên Tirkiyeyê yên stratejîk hin rê dan ber Tirkiyeyê û metirseyeke mezin a Tirkiyeyê çêbû ku di warê Pirsgirêka Kurd de vê gavê biavêje.

Di baweriya min de hin ji ber di warê stratejîk de talûkeyek li pêşiya Tirkiyeyê û hevpeymanên Tirkiyeyê ew jê re gotin Tirkiye neçar ma wê gavê biavêje.”

“Hevpeymanên Tirkiyeyê hin tişt dane Tirkiyeyê”

Dr. Ekrem Onen di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn hêzên navdewletî fişar li Tirkiyeyê kirine da ku di warê pêvajoyê de pêngavan biavêje.

Dr. Ekrem Onen behsa nakokiyên li Rojhilata Navîn jî kir û wiha got:

“Şerê Rojhilata Navîn welatên Rojava û Rojavayiyan nedaye destpêkirin.

Diyar nîne bê ka ew şer dê ber bi ku ve here û ji bin kontrola welatên Rojava derketiye.

Pêwîst nake ku ez ti belgeyan bînim û piştrast bikim.

Dema em li netîceyan dinêrin em dibînin ku ew netîce ne di berjewendiya welatên Rojava di berjewendiya hin aliyên din de ye.

Ji ber wê jî talûkeyeke mezin heye li Rojhilata Navîn û di baweriya min de hevpeymanên stratejîk ên Tirkiyeyê yên Rojavayî ji Tirkiyeyê xwest ku wê gavê biavêje.

Careke din dibêjim, hevpeymanên Tirkiyeyê rêyek dan ber Tirkiyeyê ku vê gavê biavêje.“

“Dixwazin PKKyê bixin bin kontrola Ocalan”

Dr. Ekrem Onen amaje bi gotinên Devlet Bahçelî jî kir û wiha axivî:

“Devlet Bahçelî li nava Tirkiyeyê wê aliya temsîl dike ku ew alî di heman demê de hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re dike.

Niha dixwazin bi rêya MHPyê bi hemû kesî bidin famkirin ku dewleta Tirkiyeyê bi yekdengî di nava pêvajoyê de ye.

Niha CHP, MHP, Kemalîst û Îslamîst hemû bi hev re bûne yek alî û biryar dane ku vê pirsê çareser bikin.

Heger hûn bala xwe bidinê Tirkiye jî naxwaze PKKyê ji holê rake, Tirkiye dixwaze wê PKKya ku ne di bin kontrola wê de ye ji holê rake.

Dixwazin PKKyê bînin bixin bin kontrola Abdullah Ocalan. PKK ne rêxistineke homojen e.

Aliyekî PKKyê dê bi ya Ocalan bike lê di warê navneteweyî û herêmê de de bandora gelek aliyan li ser PKKyê heye.

Abdullah Ocalan beriya bi 8 salan dîsa bangî PKKyê kir ku çekên xwe deyne lê ti kesî li wî guhdar nekir.

Ez wisa difikirim ku dê Abdullah Ocalan derkeve û biaxive û dê banga danîna çekan li PKKyê bike.

Îhtîmaleke mezin dê Ocalan diyar bike ku ew kesê ku çeka xwe danayne ne PKKyî ye.”

“Ev ne pêvajoya çerserkirina Pirsgirêka Kurd e”

Li gorî baweriya Dr. Ekrem Onen, ev pêvajoya dest pê dike pêvajoya bêçekkirina PKKyê ye û wiha got:

“Ev pêvajoya dest pê dike ne pêvajoya çareserkirina Pirsgirêka Kurd e. Ev ew pêvajoye ku PKKyê bixin bin kontrola xwe.

Dixwazin di nava pêşhatên Rojhilata Navîn de ji hêza PKKyê sûde werbigirin û ji bo berjewediyên xwe bi kar bînin.

Heger mesele çareseriya Pirsgirêka Kurd bûya dikarîbûn ji Kurdan re hinek tişt zelal bigotana û hin tişt bi eşkereyî bihatana kirin.

Li daxuyaniyan binêrin hûn dê fêm bikin bes behsa danîna çekên PKKyê dikin. Dixwazin PKKyê têxin bin kontrola xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst