RIHA - Malbatên Yildiz û Şenyaşaran li hev hatin

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Malbata Yildizan Malbata Şenyaşaran Lihevhatin Sirûc Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê malbatên Yildiz û Şenyaşaran li hev hatin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, Serokwekîlê Parlamentoyê yê AK Partiyê Bekir Bozdag, Serokwekîlê Parlamentoyê yê DEM Partiyê Sirri Sureya Onder û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk beşdarî xwarina aştiyê bûn.

Her wiha gelek siyasetmedarên Kurd û rayedarên dewletê jî beşdarî merasîma lihevhatinê bûn.

Ferît Şenyaşar û Îbrahîm Halîl Yildiz destê da hev.

Malbatên Şenyaşaran û Yildizan ên ji Sirûcê li navçeya Eyûbiyeya Rihayê bi xwarineke aştiyê li hev hatin.

Bi navbeynkariya DEM Partiyê û AK Partiyê her du malbatên di wê bûyerê de bûbûn dijmin bi xwarineke aştiyê li hev hatin.

14ê Hezîrana sala 2018an beriya hilbijartinan bi 10 rojan dema bangeşeya hilbijartinan Hecî Esvet Şenyaşar, kurên wî Adil û Celal li navçeya Sirûcê ji aliyê zêrevan û xizmên Parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Di heman bûyerê de birayê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz jî hatibû kuştin.

Bi salan Emîne Şenyaşara ku hevjîn û du kurên wê di bûyerê de hatin kuştin li ber Dadgeha Rihayê, Wezareta Dadê û Parlamentoya Tirkiyeyê Nobeta Edaletê girt.

Roja 19ê Çiriya Pêşînê Fadil Şenyaşar û kesên ji malbata Yildizan ku piştî bûyerê hatibûn girtin hatin berdan.

Piştî salan malbata Şenyaşaran biryar da ku bi berdana Fadil Şenyaşar şîna kesên ku ji malbata wan hatine kuştin girê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst