Li Îdirê agir bi malekê ket: Zarokeke 2 salî mir

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îdir Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket û zarokeke 2 salî mir.

Li taxeke parêzgeha Îdirê agir bi malekê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê û polîs çûne cihê bûyerê.

Piştî midexaleya tîman agir hat vemirandin û tîm ketin nava malê.

Hat ragihandin ku zarokeke 2 salî ya bi navê Hazar Îleriyê li hundirê malê miriye.

Her wiha li gorî zanyariyan dema şewatê zarok tenê li malê bûye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst