Êrişên Tirkiyeyê: Rêveberiya Xweser bîlanço eşkere kir û bang kir

21 demjimêr berê
Nîşan Rêveberiya Xweser Tirkiye Êriş Bîlanço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir.

23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kahreba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê, firin û navendên tenduristiyê dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî da zanîn ku Tirkiye sivîlan dikuje û sûcên şer dike.

Li gorî nûçeya ANHAyê, Rêveberiya Xweseriya, li ser êrişan li Reqayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ku êrişên Tirkiyeyê  hatin şermezarkirin û hat gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker di nava 4 rojan de li Cizîr, Kobanî , Til Temir û Eyn Îsayê êrişên hewayî birin ser binesazî û herêmên ku sivîl lê dijîn.

Her wiha çeteyên wê êrişên bejahî pêk anîne, sivîl û şêniyên Efrînê yên ku li herêmên Şehba û Şêxmeqsûdê dijîn kirine hedef ku berê neçarî koçê bûne.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi van êrişên bêbingeh tê xwestin rewşa aborî bi rêya hedefgirtina sazî û navendên xizmetguzeriyê bê têkbirin.

“Çete û terorîst sûdê ji êrişan dibînin”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku li ser Rojavayê Kurdistanê planên Tirkiyeyê hene û da zanîn:

“Dixwazin bi vê yekê planên xwe yên li dijî gelê me pêk bînin, nexasim ev çend Sali n em ji ber ambargoya dirêj zehmetiyan dibînin.

Ev êriş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovî, xizmetguzerî û civakî çêdikin.

Dihêlin ku şaneyên terorîst û çete sûdê ji van êrişan bibînin da ku xwe birêxistin bikin, êrişî herêmên me bikin.

Ev êriş hewldanên avakirina aramiyê sînordar dikin û gefan li xebatên tunekirina terorê dixwin ku gel û hêzên me yên ewlehiyê bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî dimeşînin.”

Di berdewama daxuyaniyê hat gotin ku eger êriş bidomin dê encamên xeternak ên bi vî rengî derkevin holê:

 “- Karesateke mirovî û aborî

- Gefên li dijî hewldanên tunekirina terorê

- Ziyanên li ser hemû sektorên çandinî, pîşesazî, xizmetguzerî û firinan. Ev sazî wê ji xizmetê derkevin.

- Êriş dê gefan li jiyana 5 milyon şêniyên resen û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser bikin

- Êriş dê gefan li xebatên destekdayîna aramiyê û bipêşxistina çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê bikin

- Êriş gefan li girtîgehan dixwe û xeteriyê çêdike, ev jî dê bihêle ku terorîst sûdê jê bigirin û ev jî dê bibe gefek li dijî tedbîrên parastina van deveran.”

Banga Rêveberiya Xweser

Di daxuyaniyê de bang li hêzên Koalisyona Navneteweyî, Rûsya, hemû saziyên hiqûqî û mirovî hat kirin ku encamên van êrişan bibînin, rê li ber wan bigirin, komîteyên lêpirsînê ava bikin û hesab ji sûcdaran bipirsin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweser binpêkirina nirx û destkeftiyên gel red dike û dê parastina destkeftiyên gelê xwe û mafê parastina rewa bike.

Di daxuyaniyê de bang li li pêkhateyên herêmê hat kirin ku li derdora hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî kom bibin.

Her wiha yekîtî û hevgirtina xwe dewam bikin û hemû projeyên têkbirina îrade û projeya wan a demokratîk têk bibin.

Bilançoya êrişan

Di dawiya daxuyaniyê de encamên êrişên 4 rojan hatin dayîn û ev agahî hatin parvekirin:

“- Hejmara êrişên bi balafirên keşfê: 118

- Hejmara êrişên bi balafirên şer: 20

- Hejmara êrişên bi topên hawanan: 893

- Hejmara bi giştî ya êrişên dewleta Tirk a dagirker: 1031

- Hejmara şehîdan: 17

- Hejmara birîndaran: 65

- Stasyonên kehrebeyê yên bajar û herêmên kantonên Cizîr û Firatê hatin hedefgirtin û ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 150 hezar malbatî ji kehrebeyê bê par man.

- Ji ber qutbûna kehrebeyê ava stasyonên avê qut bûye.

- Bombebaran bû sedem ku mazot negihêje navendên xizmetguzariyê yên wekî firin û navendên din ên xizmetguzariyê û bû sedema kêmbûna madeyên sotemeniyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst