Êrişî Baregeha Tenefê hat kirin

12 demjimêr berê
Nîşan Baregeha Tenefê Hêzên Amerîkayê Rojavayê Kurdistanê Urdin Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî zanyariyan bi dronan êrişî Baregeha Tenefê ya hêzên Amerîkayê hat kirin.

Heta niha zererên êrişê nehatine zanîn.

Nêzîkî 900 leşkerên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê, navçeyên din ên di bin desthilata HSDyê û Baregeha Tenefê ya li Sûriyeyê hene.

Baregeha Tenefê li nav xaka Sûriyeyê ye û di sêgoşeya Îraq, Urdin û Sûriyeyê de ye.

Li gorî zanyariyan dengê 3 teqînan li baregehê hatine bihîstin.

Medyaya herêmî ragihandiye ku hêzên Amerîkayê dronek li baregehê xistine xwarê.

Li gorî zanyariyan Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Dijî DAIŞê yên li Urdin û Sûriyeyê bi balafiran çavdêriya baregehên xwe dikin.

Ji Çiriya Pêşîna a 2023yan heta niha komên çekdar ên nêzîkî Îranê 151 carî êrişî baregehên Amerîkayê yên li herêmê kirine.

Divê were gotin ku 28ê Kanûna Paşîn a 2024an jî milîsên nêzîkî Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê bi dronan êrişî

Baregeha Tenefê kiribûn û di encamê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest dabû.

Herwiha di encama wê êrişê de 25 leşker jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst