HEWRAMAN - Di qezaya trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest da

13 demjimêr berê
Nîşan Hewraman Rojhilatê Kurdistanê Sine Sewlawa Qezayên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewramana Rojhilatê Kurdistanê ji ber qezayeke trafîkê 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Qezaya trafîkê îro piştî nîvro li ser rêya gundên Dizlî û Direkiyê yên Sewlawayê çêbû.

Bajarê Sewlayê girêdayî parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gorî zanyariyan li ser rêya her du gundan 3 otomobîl li hev qelibîn û li cihê bûyerê rêwiyek mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Her wiha birîndar sewqî nexweşxaneya Sewlawayê hatin kirin û birîndarek jî li nexweşxaneyê miriye.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî rewşa 2 birîndarên din jî giran e.

Birêvebiriya Polîsê Trafîkê yê Sineyê heta niha sedema qezaya trafîkê eşkere nekiriye.

Li gorî xelkê Hewramanê xirabbûna rêyan û koncalên di nava rêyan de sedemên sereke yên qezayên trafîkê ne.

Divê were gotin ku li Rojhilatê Kurdistanê salane bi hezaran kes ji ber qezayan trafîkê canê xwe ji dest dide û bi hezaran jî kes jî birîndar dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst