RIHA - Di pevçûna cîranan de 11 kes birîndar bûn

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Pevçûn Cîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê cîran bi kevir û çovan pev çûn û 11 kes birîndar bûn.

Li pêşiya apartmaneke li taxa Ayvanatê, cîran li ser sedemeke ku hîn ne diyar e, bezîn hev.

Piştî ku ferdên malbatan jî li hev civiyan, pevçûn derket û cîran bi dar û keviran li hev xist.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

11 kesên ku di pevçûnê de birîndar bûn, li Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê tên tedawîkirin.

Polîsan li taxê û nexweşxaneyê tedbîr standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst