Li Erdexanê berf bariya: 9 barhilgir di rê de man

27-10-2024
RÛDAW
Nîşan Erdexan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Erdexanê berfeke zêde bariya.

Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê û qeşayê 9 barhilgir di rê de asê man.

Doh danê sibehê li Erdexanê barîna berfê dest pê kir û heta derengiya şevê nav bi nav dom kir.

Danê êvarê jî rêyên di navbera Erdexanê û bajarên din de qeşa girt.

Ji ber qeşayê li ser rêya di navbera Erdexan û bajarê Artvînê yê Tirkiyeyê de 9 barhilgir asê man.

Şofêran diyar kir ku ji ber berf û qeşayê birêketina bi şev metirsîdar e.

Şofêran her wiha da zanîn ji bo bûyereke nexwestî çênebe wan nexwestiye berê xwe bidin wê rêyê û otomobîlên xwe dane sekinandin heta ku tîmên paqijkirina rêyan rê paqij bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir