Îranê 10 sal ceza li 2 mamosteyên Kurdî birî

27-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îdrîs Minberî Sîrwa Pur Mihemed Îran Sine Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Şoreşê ya Sîneyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku wan 10 sal cezayê girtîgehê li 2 mamosteyên endamên Meclîsa Çandî û Civakê ya Nojînê birîne. 

Dadgeha Şoreşê ya Sîneyê bi hincetên “têkdana nîzama giştî”, “Li hemberî îqtidarê avakirina koman” 10 sal ceza li mamosteyên Kurdî Sîrwa Pur Mihemed û Îdrîs Minberî birî.

Îdrîs Minberî têkildarî cezayê girtîgehê daxuyanî da û got:

“Ez bi hinceta hilgirtina ala Kurdistanê, parastina feraseta pirneteweyî, xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî û tevlîbûna merasîma cenazeyê wê tême cezakirin.”

Li aliyê din Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê jî ragehand ku Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li 2 mamostayên Kurd biriye.

Dadgeha Îranê par jî 10 sal cezayê girtîgehê li endama Meclîsa Çandî û Civakê ya Nojînê Zara Mihdmedî birîbû lê Zara salek di girtîgehê de mabû û piştre hatibû berdan.

Meclîsa Civaka Çandî ya Nojînê ku bi armanca belavkirina perwerdeya Kurdî li navçe û gundên bajarê Sîneyê hatiye avakirin, cara yekem di sala 2010an de dest bi xebatên xwe kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst