Keçeke Makedonî bû bûka Kurdan: Ji niha ve fêrî Kurdî bûye

27-10-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Keça Makedonî Sedat Taş Gever
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Di van salên dawî de hejmara bûkên biyanî li Bakurê Kurdistanê zêdetir bûye.

Yek ji cihên hejmara bûkên biyanî lê zêde bûye Gever e.

Herî dawî ciwanê Geverî yê bi navê Sedat Taş jî bi keçeke Makedonî re zewicî.

Ji bo keça Makedonî ya bi navê Leyla Nehteparovayê li navçeya Geverê dawet hate kirin.

Keça Makedonî Leyla Nehteparova herî zêde ji çil û bergên Kurdî û dawetên Kurdan hez dike.

Leyla Nehteparova keçeke ji Makedonyayê ye lê wê niha kiras û fîstanên Kurdî li xwe kiriye û li Gevera Colemêrgê govenda Kurdî digêrê.

Çîroka Sedatê Geverî û Leylaya Mekadonî sala 2008an dest pê dike.

Sedat ji bo xwendinê diçe Makedonyayê û li wir Leylayê dibîne û evîna wan dest pê dike û niha jî dawata wan e.

Zava Sedat Taş got, “Ez ji bo xwedinê çûm Makedonyayê.

Min li wir beşa diransaziyê xwend. Li Zanîngehê jî min Leyla naskir.

5 sal e em bi hev re ne. Ez ji wê razî me çanda me nas dike, em dixwazin li vir (Geverê) bijîn.

Wê jî beşa zimanê Tirkî xwendiye.”

Leyla Nehteparova herî zêde ji çil û bergên Kurdî û dawetên Kurdan hez dike.

Nehteparova beşa ziman û wêjeya Tirkî xwendiye û xwe hînî Tirkî û hinekî Kurdî jî kiriye.

Çanda Kurdan a dewlemend bandoreke mezin li ser wê û biryara wê  kiriye.

“Kurd mirovên gelekî baş in”

Bûk Leyla Neteparovayê wiha anî ziman, “Min gelekî ji çanda we hez kir.

Xwarinên we gelekî xweş in. Kurd mirovên gelekî baş in, çanda we gelekî cuda ye.

Yekem car min cilên Kurdî li xwe kirin, hinekî cuda ne lê gelekî li min tên.”

Malbata zava jî bi vê zewacê kêfxweş e û ew dibêjin êdî malake wan li Makedonyayê jî heye.

“Em gelekî ji bûka xwe razî ne”

Birazava Haşim Akin diyar kir, “Bûka me ji Makedonyayê ye.

Me ew ji Makedonyayê aniye, me daweta xwe jî li gorî çanda Kurdî kir.

Em gelekî bi vê zewacê kêfxweş in û em gelekî ji bûka xwe razî ne, çandeke wan a cuda heye.”

Di van salên dawî de hejmara bûkên biyanî li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî li Geverê zêde bûye.

Piraniya bûkên biyanî yên tên Geverê di demeke kurt de fêrî Kurdî û çanda Kurdan dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst