ŞIRNEX- 78 salî ye, nexweş e: Ket girtîgehê

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şirnexa Bakurê Kurdistanê Emîn Soyalê 78 salî hat girtin.

Rapora Soyal a astengdariyê heye ku rêjeya wê ji sedî 91 e herwiha gelek nexweşiyên wî yên cuda hene.

Emîn Soyal bi hinceta “endambûna rêxistinê” hat girtin û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ew bir girtîgehê.

Li gorî nûçeya MAyê, parêzerê Soyal rapora wî ya nexweşiyan pêşkêşî dadgehê kiriye lê ew dîsa jî hatiye girtin.

“Nikare xwarinê jî bixwe”

Kurê wî kalemêrî Mesut Soyal li ser rewşa bavê xwe ya tenduristiyê got:

“Nikarîbû ji malê derkeve, tenê ji bo ku here nexweşxaneyê ji malê derdiket. Beriya niha bi du mehan li Rihayê ji dilê xwe emeliyat bû.

Bi tena serê xwe nikare xwarinê jî bixwe. Piştî ku hat girtin ez çûm dîtina wî. Me ji hevdû fêhm nedikir çimkî deng naçiyê.

“Deng naçiyê û bi Tirkî nizane”

Ji ber ku mîdeya wî nerehet e nikare her tiştî bixwe, vedireşe. Divê xwarinên wî sivik bin.

Me divê bavê me were berdan çimkî nexweş e. Nikare di girtîgehê de bijî, tewr nikare here destavê jî.

Rapora tevên dermanên wî heye. Bi tena serê xwe nikare rabe.

Îfadeya wî bi saetan ajotiye çimkî deng naçiyê û bi Tirkî nizane.”

“Xwelî li serê we be”

Li aliyê din, HEDEPê dosyeya Emîn Soyalê 78 salî bir Parlamentoya Tirkiyeyê.

Wekîlê Serokê Koma HEDEPê Saruhan Oluç li ser rewşa Emîn Soyal, li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî:

“Dema ku mesela bû Kurd wijdan nîne, edalet nîne, hiqûq nîne. Dema em dibêjin ‘Hûn dijminantiya Kurdan dikin’ hûn xwe li erdê dixin.

78 salî ye lê hatiye girtin. Hincet jî ‘endamtiya rêxistinê’ ye. Em carinan dibêjin ‘Êdî gotin bêfêde ye’.

Ez gelekî mereq dikim. Hûn wekî desthilatê van dadger û dozgeran li kû perwerde dikin? Haya wan ji prensîbên hiqûqê yên navneteweyî nîne. Xwelî li serê we be.”