Li Reqayê operasyona madeyên hişbir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser, li bajarê Reqayê yê bakurrojhilatê Sûriyeyê, dest bi operasyona madeyên hişbir kir.

Operasyonê şevê din dest pê kiriye û armanca operasyonê torên madeyên hişbir in.

Li gorî ragihandina Asayîşa Rêveberiya Xweser, operasyonê 50 xalên destnîşankirî dane ber xwe.

Fermandarên Asayîşê yên ku beşdarî operasyonê bûne diyar kir ku ji encama lêkolîn û lêgerînê ew piştrast bûne “li wan xalan bazirganiya madeyên hişbir tê kirin” û “li hin deveran tên belavkirin.”

Heman çavkaniyê da zanîn ku piştî temambûna operasyonê dê amarên vê operasyonê werin belavkirin.