Galeriya wêneyan

28-10-2022
15 Photos

Şingal (Rûdaw) - Mîrê Kurdên Êzidî yên Kurdistanê û cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg roja Pêncşembê bi serdanekê çû devera Şingalê.

Mîr Hazim li Şingalê serdana gundê Til Qeseb, Til Nebat û Koço kir.

Li gundê Koço, Mîrê Êzidiyan beşdarî di merasimekê de kir ku li goristana qurbaniyên cenosîdê hat lidarxistin.

Pitştî serdana bo gundê Koço, Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand, “Koço bi hezaran sal e ku gundê Êzidiyan e, ya hate serê me destdirêjiyeke mezin bû ku heta niha jî berdewam e, ji ber ku piştî 8 salan heta niha jî xelkê me di bin çadiran de dijîn û nevegeriyane Şingalê.”

Mîrê Kurdên Êzidî daxwaz kir, li hemû welatên cîhanê komkujiya Kurdên Êzidî bi fermî were naskirin. Mîr Hazim got, “Rast e îro 11 welatan komkujiya êzidiyan nas kirine, lê belê em daxwaz dikin hemû parlamentoyên cîhanê cenosîdkirina êzidiyan nas bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Mîr Hazim da xuyakirin, “Her kesê dîroka Êzidiyan xwendibe, dizane çend neheqî li me hatiye kirin, çend cararan êrîşî me hatiye kirin, sala 2014 me hemûyan dît 6500 keî, jin û xûşkên me ketin destê DAIŞê. Hêviya me ev e dadgeha navdewletî rêkaran cîbicî bike ji bo zelalkirina rastiyan û cenosîdkirina xelkê me nas bike û xelkên me vegerin Şingalê û bên qerebûkirin.”

Bi gotina Mîrê Kurdên Êzidî, 1 milyon û 200 hezar Êzidî li cîhanê hene. Mîr Hazim got, “Ez hatime daku heybeta Êzidiyan bibînim, lewra min serdana gundê Koço kir. Ez dê du sê rojan li vir bimînim.”

Wêne: Eyûb Nisrî