Li Elbistanê gundên Kurdên Elewî 100 sal in bêav in

27-10-2022
Ali Haydar Gozlu
Li Mereşê gundên Kurdên Elewî ji xizmetguzariyan bêpar in
Li Mereşê gundên Kurdên Elewî ji xizmetguzariyan bêpar in
Nîşan Gurgim Mereş Axtile Kurdên Elewî
A+ A-

Gurgim (Rûdaw) – Li parêzgeha Gurgimê (Mereş) yê Bakurê Kurdistanê gundên Kurdên Elewî 100 sal in bêav in û ji xizmetguzariyan bêpar in.

Li navçeya Elbistana ser bi parêzgeha Gurgimê ya Bakurê Kurdistanê, piraniya gundên Kurdên Elewî bêav û rê ne û xizmetguzariyên din jî nînin. Xelkê mezrayên Gundê Axtilê ji bo vexwarin û ajelên xwe bi tankeran avê ji herêmên nêzîk vediguhesînin.

Niştecihên gund dibêjin bav û kalên wan salên dirêj bi hespan av dikişandin û heman pirsgirêk sed sal in berdewam e.

Xelkê Mezra Serçekuyuyê Halil Bahçivan dibêje: “Ez 56 salî me û heta niha rê û av neanîne vir. Em çi bikin, gelê me dixwazin werin bi cih bibin û jiyana xwe berdewam bikin, lê av nemaye. Li gundên Tirkan binêre, tiştek ji wan kêm nîne, rêyên wan hemû çêkirine û asfalt e û ava wan heye. Li rêyên wan binêrin û paşê li rêyên me binêrin. Muxtar hewl dide, lê diyar e ji ber ku em Kurd in xizmetguzarî ji bo me nayê kirin.”

Gundên Kurdên Elewî li Elbistanê

Îsmaîl Orken ê 109 salî dibêje di dema bavê wî de jî av nehatibû bo gundê wan û heta niha jî nehatiye.

Xelkê Gund Îsmaîl Orken got: “Ne rê û ne jî ava me heye. Em belengaz in, çima dewlet wiha dike, ji ber ku em Elewî ne. Min leşkeriya xwe kir û min pere da vê dewletê. Ji ber ku em Elewî ne, çima vê yekê li me dikin?"

Kurdên Elewî gazindan ji dewletê dikin û dibêjin hikûmet di nav gundên Kurdên Elewî û gundên Tirkan de cudakariyê dike û li gundên Kurdên Elewî xizmetguzariyên bingehîn ên pêdawîstiyên jiyanê nayên kirin.

Gundên Kurdên Elewî li Elbistanê

Xelka gund Husna Turunç jî dibêje: “35 sal berê ez ji vir derketim û dîsa vegeriyan, lê bi heman awayî rewşa gund weke xwe maye. Çima ji ber ku em Kurd û Elewî ne xizmetguzariya me nakin û av û rêyên me çênakin.”

Xelkê gund Huseyin Uruk jî got: “Min ji gundê Axtilê bi dewaran av dikişand. Niha traktorên me hene û em bi tankeran avê dikişînin. Em neçar bûn, av tune. Em li vir bimirin an jî sax bimînin ji bo wan ne xem e.”

Gundên Kurdên Elewî li Elbistanê

Ji ber nebûna xizmetguzariyan nifşên nû hemûyan koça metropolên Tirkiyê û Ewropayê kirine û tenê kal û pîr li gund mane.

Welatiya bi navê Gulşen Uruk jî got: “Gelek tehda li me dibe, ji ber ku av tune em nikarin cilên xwe bişon. Ji ber ku em Kurd û Elewî ne avê ji bo me nahenîn.”

Gundên Kurdên Elewî li Elbistanê

Gundiyên Kurdên Elewî yên herêma Elbistanê çend caran îmze kom kirine û ji asta herî nizm heta parêzgariyê serî li saziyên hikumî dane, lê ti bersivek nedane daxwazên wan. Ji ber nebûna sîstema avê, gundî nikarin amûrên teknolojiyê yên wek makîneyên cilşok û feraşok û enerjiya rojê ya av germkirinê jî bikar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst