Mesrûr Barzanî: Ez piştgiriya Sûdanî dikim ji bo destpêkeke nû di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir ji ber hilbijartina wî wek serokwezîrê nû yê Iraqê û dilniya kir ku ew dê piştevaniya wî bike “ji bo destpêkeke nû di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de.”
Parlamentoya Iraqê îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022an bi amadebûna 253 parlamenteran deng da kabîneya nû ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî.
Di civînê de 21 berbijêrên wezaretan hatin pesendkirin lê biryara her du wezaretên jîngeh, avedankirin û nîştecihkirinê ku para Kurdan e, hat paşxistin.
Serokwezîr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re got, “Min piştrast kir ku ez ê piştgirî bidim destpêkeke nû di têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de ku li şûna nakokî û rûbirûbûnê û diyalogê pêş bixe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse