Desteya Tehrîr el-Şam bi temamî Efrînê birêve dibe

27-10-2022
RÛDAW
Nîşan Desteya Tehrîr el-Şam Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha Heyet Tehrîr el-Şam, herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi temamî bi rêve dibe.

Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re eşkere kir ku heta niha nûnerên Heyet Tehrîr el-Şam li navendên emnî û li ser rêbendan hene û her tişt bi fermana wan tê birêvebirin.

Heyet el-Şam di bin navê saziyên polîsên serbazî û çekdarên Heyet Saîron de kar dike ji bo ku hebûna wan ne li ber çavan be.

Li aliyê din hinek çavkaniyên emnî yên Tirk ji malpereke Berîtanî re aşkere kirine ku Tirkiyê pilan dike ku hemû grûpên çekdar ên opozosyona Sûriyê hilweşîne û artêşeke nû ya yekgirtî ji wan ava bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst