Mihabad: Hêzên ewlehiyê yên Îranê di xwepêşandanan de 3 welatî kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di xwepêşandanên îro yên li Mihabad Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve 3 welatî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022an piştî nîvro, hêzên polîs ên ser bi navenda 11 a Mihabadê, gule berdan xwepêşanderên ku li pêşiya wê qereqolê kom bibûn û bi dirûşm digotin ku di encamê ciwanekî canê xwe ji dest da.

Ji nav xwepêşanderan çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand, hêzên ewlehiyê yên Îranê bi saçme û kalaşnîkofan gule li xwepêşanderan reşandine û guleyek li serê xwepêşanderekî bi navê Şaho Xizrî ketiye û di cih de canê xwe ji dest da. Wêneyekî Şaho Xizrî gihîşte ber destê Rûdawê ku tê de diyar e ku gule li serê wî ketiye.

Her wiha jineke bi navê Kubra Şêxî jî bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest daye. Li Mizgefta Sadî ya taxa Sê Aşan di dema nimêja li ser cenazeya wê welatiyê de sirûda "Şehîd Şehîd" hat lêxistin.

Îro piştî nîvro jî ciwanekî bi navê Zanyar Ebûbekirî li taxa Cilorawa ya bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên Îranê ve hat gulebarankirin û canê xwe ji dest da.

Polîs û berpirsên hikûmetê yên Mihabadê heta niha derbarê gule reşandinan de ti daxuyanî nedane.

Li bajarê Mehabadê îro danê sibê piştî veşartina cenazeya Îsmaîl Mewlûdî ku şeva borî di xwepêşandanekê de li taxa Piştep a bajêr hatibû kuştin, xwepêşandan li wî bajarî dest pê kirine. Dikan û bazarên bajêr bi temamî hatine girtin û welatî ji bo protestokirina teqekirina li ser xwepêşanderan dest bi grevê kirine.

Xwepêşanderan agir berdan hejmarek ofîs û dezgehên hikûmetê ku di nav wan de avahiya qaymeqamiyê, komîta alîkariyê, nivîsgeha darayî, hejmarek bank û çend dikanên hêzên pasdarên Îranê.

Welatiyên Mihabadê ji Rûdawê re diyar kirin ku polîs, supaya pasdaran û hêzên istixbaratê yên bi cilên sivîl bi kalaşnîkov û tifingan gule li xwepêşanderan reşandin.

Li aliyê din şeva borî li bajarê Qesrî Şîrîn a parêzgeha Kirmaşanê di xwepêşandanan de ciwanekî Kurd ê bi navê Efşîn Aşam ê 28 salî hat kuştin.