Li Erdexanê 25 xwendekar bi xwarinê bi jehrî ketin

27-10-2022
RÛDAW
Nîşan Erdexan Jehrî Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê 25 xwendekarên dibistaneke amadehiyê bi gumana bi jehrîketina bi xwarinê bo nexweşxaneyê hatin birin.

Li gor zanyariyan duh Çarşemê bi şev 25 xwendekarên dibistana amadehiyê ya Salîm Dursunoglu ya Îmam Xetîp a li Erdexanê, piştî xwarina şîvê li beşa navxwe, tûşî zikçûn û vereşînê bûn.

Li ser vê yekê rêveberiya dibistanê tîmên tendirustî agahdarkirin û 25 xwendekar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê hatin birin.

Rêveberê dibistana Salîm Dursunoglu ya Îmam Xetîpê Erhan Bulut îro 27ê Cotmeha 2022an li  nexweşxaneyê serdana xwendekaran kir û ragihand, 15 ji wan xwendekaran piştî çareseriyê ji nexweşxaneyê hatine derxistin û çareseriya xwendekarên din jî berdewam dike, rewşa wan baş e.

Bulut her wiha got, “Em dibêjin dibe ku ji xwarinê bi jehrî ketibin. Ev yek dê piştî pişkînan eşkere bibe. Rewşa wan a giştî baş e.”

Hat ragihandin ku wan xwendekarên di xwarinê de goştî mirîşkan xwariye û lêkolînên derbarê mijarê de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst