HSD: Me ji bo gelê Kurd tol hilda

27-10-2019
RÛDAW
Nîşan HSD Mistefa Balî Kurd Ebûbekir Bexdadî Idlib Amerîka Hêza Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî, derbarê îddîayên kuştina rêberê DAIŞê de got, “Me ji bo jinên Êzidî, komkujiya Kobanî, êrişên li ser Kerkûk û Xaneqînê û ji bo tevahiya gelê Kurd tol hilda, em dê berdewam bikin.”

Berdevkê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî, li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek belav kir.

Mistefa Balî di vê daxuyaniya xwe de got, “Me ji bo jinên Êzidî, komkujiya Kobanî, êrişên li ser Kerkûk û Xaneqînê û ji bo tevahiya gelê Kurd tol hilda û em dê berdewam bikin.”

Berdevkê Raghandina HSDê di wê twîtta xwe ya bi hashtaga ‘Kurd Yek in’ de got, “Sucên li ser gelê me dê bê ceza nemînin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî jî îro li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihandibû, “Di encama xebateke îstîxbarî ya hevbeş a li gel Amerîkayê de, me operasyoneke serkeftî ya dîrokî encam da.”

Ev daxuyaniyên berpirsên HSDê di demekê de ne ku nûçeyên kuştina Rêberê DAIŞê Ebûbekîr El Bexdadî belav bûne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kiriye, “Tişteke gelek mezin çêbû.” Medya Amerîkayê jî belav kiriye ku Bexdadî li bajarê Idlibê hatiye kuştin.

Hatiye gotin ku Bexdadî di encama operasyoneke hevbeş a li gel hêzên Amerîkî de, li gundê Barişa ku çend kîlometran ji Kampa Tourlaha a dikeve bakurê Idlibê dûr e, hatiye kuştin.

Berpirsên amerîkî aşkere kiribûn ku di derbarê vê operasyonê de Tirkiye nehatiye agahdarkirin lêbelê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye, “Berî encamdana operasyona Amerîkayê ya şeva derbasbûyî li Idlibê, di navbera saziyên leşkerî yên herdu aliyan de danûstandin û koordînasyon hebûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst