Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz peywendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û herwiha dawîn pêşhatên li navçeyê gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Hikûemta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz kir.

Di civîna Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz de, peywendiyên hikûmetên Kurdistan û Iraqê, hemahengiya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, xwepêşandanên dawîn ên li bajarên Iraqê û dawîn pêşhatên li Kurdistan, Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e peywendiyên Hewlêr û Iraqê bên bihêzkirin ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî bo kêşeyên di navbera aliyan de li ser bingeha destûrê.

Herwiha di civînê de mijarên leşkerî jî bûne behsa guftugoyan û amaje bi hebûna hemahengiyeke zêdetir di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hatiye kirin ji bo jinavbirina metirsî û gefên DAIŞê.

Xwepêşandanên van heyamên dawîn ên li Bexda û bajarên din ên Iraqê jî di civînê de axaftin li ser hatiye kirin û herdu aliyan jî rêzgirtina li hember daxwazên aştiyane yên xwepêşanderan weke pêwîstiyek zanîne û tekezî li ser piştevaniya bo hewldan û pêngavên Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî yên ji bo çaksaziyan, hatiye kirin.

Di civîna Serokwezîrê Kurdistanê û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê de, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî amade bû.