Koçberên Serêkaniyê li dibistanan têne bicîkirin

27-10-2019
RÛDAW
Di her odeyekê de zêdetirî 24 kesan dimînin
Di her odeyekê de zêdetirî 24 kesan dimînin
Nîşan Çarenivîsa Rojava Rojavayê Kurdistanê Serê Kaniyê Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hemû Kurdên nişte cihên Serê Kaniyê, bajarê xwe bicî hiştine û li Til Temir, Hesekê û Dirbêsiyê koçber bûne. Niha gelek ji wan li dibistanan bicî bûne.

Ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, nêzîkî 180 hezar kes derbider bûne û navçeyên xwe bicîh hiştine.

Beşê zêde yê wan derbideran berê xwe dane bajarê Hesekê û piraniya wan jî li nav debistan û avahiyên netemamkirî de bicîh bûn e.

Li dibistanan di her odeyekê de zêdetirî 24 kes dimînin. EnwerDerwêş xelkê gundekî nêzîkî Girê Sipî ye, piştî destpêkirina operasyona Tirkiyê li gel malbata xwe berê xwe da Hesekê û dibêje ti pirsgirêkên wî nebûne li ji Idlib û devrên din ên Sûriyê çekdar anîne û êrişan kirine.

Koçber wan çekdarên Sûrî yên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên piştîvanîkirin, bi diz û talanker bi nav dikin, û dibêjin, li navçe û malên wan talankarî kirine.

Koçber Ebû Hêlîn dibêje: “Me bihîst ku wêrankariyek zêde li malan hatiye kirin, herwiha dizî û talankarî û hemû tiştin din jî hene. Li Efrînê xelk derxistin û beramber azadkirina wan pere xwestin, eger min derxînin jî kesekî min nîne û ti pere jî nînin li beramber azadkirina xwe bidim.”

Hijmarek koçberan berê xwe didin Herêma Kurdistanê. Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji destpêka êrîşên Tirkiyê ve 12 hezar û 99 kes hatine Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst