EFRÎN – Di navbera 2 hêzên çekdar de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera 2 hêzên çekdar ên opozisyonê de derketin.

 

Welatiyekî ji Efrînê ragihand ku li durêya nahiyeya Mabata û gundê Eyn Hecerê, li Herêma Efrînê, şer û pevçûnên giran, di navbera hêza Ehrar Elşerqiye û hêza Sultan Murad de derketin.

 

Li gorî gotina welatiyê ji Efîrnê, ew şer û pevçûn di navbera herdu hêzên opozisyonê de, li ser dabeşkirina zeviyên zeytûnên koçberêbûyên Efrînê bû, li nahiyeya Reco.

 

Welatiyê ji Efrînê nîşan bi wê yekê da ku di encama wan şer û pevçûnan de hejmarek ji çekdaran ji herdu aliyan birîndar bûn û êvara Pêncşemê, rêya navbera bajarê Efrînê û nahiyeya Reco, çend demjimêran hate girtin.

 

Di bûyereke hevşêweyî wê bûyerê de jî, derbarê dabeşkirina berhema zeytûnan, li derdora gundê Meydankê yê ser bi nahiyeya Şera, fermandarek ji hêza Feyleq Elşam, bi navê Nayif Elelewîn, hate kuştin.