Leşkerên Îranê 2 kolberên Kurd kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Polîsê Helebceyê ragihand îro pasevanên sînorê Îranê li nêzikî seyrangeha Avêser a sînorê Tewêlê, du kolberên xort ên ji Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên nîşangir kuştin.
Rêveberê Polîsê Helebceyê Kazim Ebdulla ji Rûdawê re ragihand: “Îro sibehê (27-10-2018) du kolberên ji xelkê Rojhilat bi guleyên nîşangirekî pasevanên Îran hatin kuştin. Herdu kolber jî xelkê Serpêlê Zehaw in, xort bûn û temenên wan di navbera 30 û 40 salî de bûn. Herdu jî li ser sînor û li nêzikî seyrangeha Avêser hatin kuştin.”
Rêveberê Polîsê Helebce ev jî da zanîn, ku îro nûnerekî hikûmeta Îranê herdu term birin welatê xwe.
Di navbera Îran û Herêma Kurdistanê çend deriyên fermî û ne fermî hene lê xelk ji ber rewşa xerabî ya jiyanê neçar in karê kolberiyê bikin.
Beriya niha li Rojhilatê Kurdistanê bi çavdêrî û destûra dewletê bazirganiya sînorî dibû lê paşê rêveberiya Îranê ev yek qedexe kir.