HDP: Pêwist e pêvajoya aştiyê careke din dest pê bike

Amed (Rûdaw) -  Li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û HDPê li ser pirsên li Rojhalata Navîn û çareserkirina pirsa kurd konferansek hat lidarxistin.

 

Hevserokên HDPê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan jî tê de, gelek siyasetmedaran banga destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê kir. Siyasetmedarên kurd bal kişandin ku 3 sal in li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê jî divê deriyê zindana Îmraliyê ji diyalog û muzakereyê re bê vekirin.


Kongreya Civaka Demokratîk KCDê bi piştevaniya HDPê li Amedê konferansek bi navê "Li Rojhilata Navîn Qeyran û Çareseriya Neteweya Demokratîk" li dar xist. Di konferansê de pirsa kurd û rêyên çareseriyê hatin guftûgokirin.


Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan jî beşdarî konferansê bû û banga pêvajoya çareseriyê li hikûmetê kir.


Pervîn Buldan wiha axifî: “Em weke mirovên ku di pêvajoya aştî û çareseriyê de cih girtine vê daxwaza xwe dubare dikin; ji bo ku tu kes jiyana xwe ji dest nede, ji bo ku şer û pevçûn ji holê rabin, ji bo ku aştî bê welatê me û Rojhilata Navîn, divê vegerin wê pêvajoyê. Pêwist e pêvajoya aştî û muzakereyê careke din bidin destpêkirin.”


Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî jî da zanîn ku heta niha bi hikûmetê re li ser pêvajoyeke nû ya aştiyê pêwendî nedanîne lê ew dixwazin pêvajoya aştiyê li Bakur ji nû ve zindî bibe.


Temellî jî wiha got: “Tu hevdîtineke me bi hikûmetê re çênebûye. Lê bêyî ku em şert û mercên vê yekê hene an tune ye bidin ber hev, divê em vê bifikirin. Bangewaziya min ev bû; muxatabê vê yekê Birêz Ocalan e û Îmrali ye. Ji ber vê yekê jî ger bi Birêz Ocalan re deriyê hevdîtinê vekin, ez bawer dikim ku li Tirkiyeyê di qada siyaseta demokratîk de dikarin derbarê çareserkirina pirsa demokrasiyê û pirsa kurd de jî hin gav bên avêtin.” 


Yek ji amadekarên vê konferansê Hevserokê KCDê Berdan Ozturk jî bal kişand ku ev pêvajo bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikare ji nû ve dest pê bike û ji bo vê yekê jî xwest deriyê zindana Îmraliyê ji bo diyalogê bê vekirin.


Berdan Ozturk jî got: “Ku tecrîd bê rakirin, deriyê Îmraliyê bê vekirin, deriyê aştiyê tê vekirin. Îro Birêz Ocalan aktor e. Em tev jî baş dizanin, mînakên vê jî pir in, ger aştiyê bixwazin û dixwazin şer bidin sekinandın muxatab birêz Ocalan e."


Di konferansê de ji xeynî HDPê, hin siyasetmedarên ji partiyên din ên kurdî jî amade bûn. Ji nû ve destpêkirina pêvajoyeke weke sala 2013'an a aştî û çareseriyê daxwaza piraniyan beşdaran bû.