Navenda Nûçeyan – Li bajarê Amedê ji bo pêşmergeyên ku di şerê li dijî Heşda Şeibî û artêşa Iraqê de şehîd bûne, nimêjeke paşpenî anku xiyabî hate kirin.
Endamên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û endamên saziyên sivîl li bajarê Amedê ji bo pêşmergeyên şehîd nimêja xiyabî kirin.
Nûnerên partî û rêxistinên sivîl, li Mizgefta Ofîsê, piştî nimêja înê ji bo nimêjeke xiyabî jî ref girtin û dua kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse