Ceifer Îbrahîm: Gorran xencera bi jehr li pişta PDKê da

27-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, ku hevdem berdevkê Polîtburoya PDKê ye Ceifer Îbrahîm ragihand ku, Tevgera Gorran xencera bi jehir li pişta wan da. Herwiha da zanîn ku, êdî vegera wê tevgerê bo bo serokatiya parlamento û hikûmetê tune ye.

Ceifer Îbrahîm tevlî bernameya Bûyera Îro ya Rûdawê bû û tê de ragihand: “Niha ez beşek ji karên îdarî ji desthilatên serokê parlamentoyê bikartînim, da ku karê xelkê raneweste.”

Piştî bûyerên parêzgeha Silêmaniyê, PDKê Tevgera Gorran bi guhertina riya xwepêşanderan û êrişa ser navendên xwe, tometbar kir û wezîrên wan ji hikûmetê dûr xist, herwiha rê neda Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê bibe û biçe ser karê xwe.

Ceifer Îbrahîm derbarê vê mijarê axivî û wiha got: “Meseleya vegera Yûsif Mihemed girêdayî reftarên Gorranê ye, heta niha me ti helwêstek bo avakirina rewşekê bo dîsa destpêkirina pêvajoya siyasî û demokrasî li ser bingeheke baş, ji wan nedîtiye. Gerek herî kêm ew êriş şermezar kiribana û poşman bibina, ku ew jî erkê exlaqî serokê parlamentoyê ye.”

Herwiha derbarê pêngavên PDKê bo asayîkirina rewşê, Îbrahîm wiha got: “Mafê me hatiye xwarin. Em ji heqê xwe ji Gorran derbas nabin. Emê hemû hewlên xwe yên qanûnî bidin ku Tevgera Gorranê bibin pêşiya dadgehê.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Ew rêkeftina ku me ligel Gorranê bo avakirina hikûmetê pêk anîbû, êdî hatiye hilweşandin. Divê ji nûvre rêkftinek were nivîsandin. Gorran ne li gorî kursiyê xwe ew hemû kursî wergirtibû, lê belê PDKê dabû wan.”

Ceifer Îbrahîm wiha pêde çû: “Êdî Gorran ne di nava pirsên me de ye û em bi şirîkatiya wan razî nabin. Em bi temamî ligel wê yekê ne ku Gorran careke din di rêveberiya Herêma Kurdistanê de beşdar nebe. Ev biryara me ya dawî ye.”

Herwiha Îbrahîm wiha got: “Gorran xedir û xiyanetekî mezin li PDKê kir. Gorran xencerekî bi jehir li pişta PDKê da.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst