Salih Mislim: Deriyê Til Koçer dibe alternatîv

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê PYDê Salih Mislim ragihand ku deriyê Til Koçer li ser sînorê di navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê de dibe weke alternatîvekê li dijî dorpêçkirina li ser Rojavayê Kurdistanê û rêyên siyasî yên nû ji bo wan vedike.

Salih Mislim, di dema beşdarbûna gereke nûçeyan de li ser kenala Stêrk TV ku berdevkê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ye, ragihand ku ew destxweşiyê li Yekîneyên Parastina Gel, YPGê yên girêdayî PYDê dike ku dikarîbûn dest li ser deriyê Til Koçer danin û ew yek bi serkeftineke mezin pesin kir.

Tevî ku heta niha ne diyar e ka ew deriyê ku ji aliyê Iraqê ve bi Rebîe tê naskirin, ketiye destê PYDê yan na, lê Mislim got “Serkeftina Til Koçer di warê siyasî û aborî de ji bo Rojavayê Kurdistanê guhertineke mezin li pey xwe tîne”.

Mislim herwiha behsa hevdîtina xwe ya berê li Bexdayê jî kir û got “Ew dijminahiya kurdan nakin”.

Hevserokê PYDê Salih Mislim behsa wî dîwarê ku Tirkiyê dixwaze di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ava bike kir û wek biryareke li dijî mirovatiyê da zanîn û got “Li Cîhanê dîwarên şermê hildiweşin û Tirkiyê hewl dide ava bike, wê rojek bê ku gelê Kurd wî dîwarî mîna dîwarê Berlînê hilweşîne”.