Yekem parlementera esilkurd Aygul Bêrîvan Aslan

27-10-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Köln (Rûdaw) - Aygul Bêrîvan Aslan ku bi eslê xwe Kurdeke ji Anatolyaya Navîn e û meha borî di hilbijartinên giştî yên Awustiryayê de wekî parlementer hatibû hilbijartin, diyar kir ku nabe kesên siyasî pirsgirêkên Tirkiyeyê bînin Awustiryayê: “Pirsgirêkên me yên li Awisturyayê ji yên Tirkiyeyê cuda ne. Divê em hesta ku xelk xwe wekî Awustiryayî bihesibînin bidin mirovan.“   

Di hevpeyvîneke ligel rojnameya “der Standard“ de Bêrîvan wiha dibêje: “Bêguman dema tê pirs kirin, ez dibêjim ku eslê min Kurd e. Lê siyaseta ez dikim ji bo hemû mirovan e û beyî cudakariya ka eslê kê ji kû derê ye. Ez dixwazim tiştekî nû bidim destpêkirin, ji bo ku mirov bernavê ´biyanî´ li ser mirovan daneyne.“

 “Partiyên mezin bi çavên berê li biyaniyan dinêrin“

 

Endama Partiya Keskan (Die Grunen) Aygul Bêrîvan Aslan li ser gengeşiyên bikaranîna zimanê tirkî ya li ser plakatên hilbijartinên Awustiryayê jî wiha axivî: “Mesele di destpêkê de ya berendamên esiltirk bû. Ez jî ji xwe pirs dikim ka gelo wê çi bertek bihata dayin, dema plakatên hilbijartinê li Tirkiyeyê bi zimanê kurdî û ermenî jî bana? Lê bêguman ez napejirînim dema mirov bibêje berendamên esilbiyanî bila girseyên xwe ji  bo hilbijartinê qezenc bikin û dema rexne li plaketên duzimanî jî werin girtin, di cih de plakat werin berhevkirin. Ev yek jî dide nîşandan ka partiyên mezin hê jî wekî berê çawa li babeta biyaniyan dinêrin.“

 

“Min xebata xwe hemû bi piştgiriya biyaniyan ve girê neda“

 

Derbarê piştgiriya AKPê û Milli Goruşê ya ji hinek berendaman, Bêrîvan Aslan destnîşan kir ku derûdorên AKPê û tevgera Milli Goruşê vekirî piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Gel a Awustiryayê (OVP) û Partiya Sosyaldemokrat a Awustiryayê (SPO) nîşan dane û wiha pê de çû: “Nabe em siyaseta Tirkan bînin Awustiryayê. Komeleyên biyaniyan arîkarî dan min jî, lê belê sedema vê yekê kar û xebata min a wekî şêwirmenda hiqûqî û civakî bû. Herwiha min hemû tiştê xwe jî girêdayî vê piştgiriyê jî nekir.“

 

“Desteka FEYKOMê ya ji bo min ne fermî bû "

 

Li ser pirsa ku ajanseke nûçeyan diyar kiribû ku Federasyona Komelên Kurd li Awustiryayê (FEYKOM) piştgirî daye Aygul Bêrîvan Aslan û dûre wê bi rêya Twitterê xwe ji vê yekê dûr kiriye jî, wê got: “Dema ez wekî Kurdekê xwe bidim nîşandan, komeleyên Kurdan wê herdem destekê bidin min. FEYKOMê ti caran jî ez wekî berendama xwe nedam nîşandan lê tenê ajansekê ev îdia kir. Rastî ew e ku FEYKOMê bi partiyên cûre yên Awustiryayî re kar dike û bawer nakim ku ewê bi awayekî fermî piştgiriya Partiya Keskan û ya min bike. Ji ber vê çendê min li ser Twitterê xwe ji wê nûçeyê dûr kir.“

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst