PARLAMENTOYA KURDISTANÊ - Ji kîjan partiyê çend jin bûne namzet?

Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê xwe amade dike ku 20ê Çiriya Pêşînê biçe ser sindoqan.

Kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 25ê Îlonê dest pê kir.

Hezar û 191 namzet dê ji bo 100 kursiyan têbikoşin û di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzet.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê roja 25ê Îlonê dest bi pêvajoya hilbijartinan kir û ragihand, ti astengiyên yasayî ji bo beşdariya hezar û 191 berbijêran nînin ku 368 jin in.

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, herî zêde namzetên jin li Silêmaniyê hene.

Li Silêmaniyê ji 507 namzetan 171 jin in, piştî Silêmaniyê, Hewlêr tê ku ji 385 namzetan 112 jê jin in.

Di hilbijartinan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) herî zêde namzetên jin destnîşan kirine û YNK jî di nîşandana namzetên jin de partiya duyemîn e.

Li gorî amarên Komîsyona Hilbijartinan, dabeşkirina namzetên jin li gorî herêm û partiyan wiha ye:

Silêmanî:

Li bazineya yekem a Silêmaniyê 171 jin bûne namzet.

Li Silêmaniyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 24 namzetan herî zêde namzetên jin destnîşan kirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 22 namzetên jin di rêza duyemîn de ye. Newey Nwê 17 jin, Tifaqa Kurdistanî 16, Tevgera Goranê 15, Bereya Gel a bi serokatiya Lahur Şêx Cengî 14 jin ji partiyên xwe namzet nîşan dan.

Lîsteya Helwêstê ku cara yekem e beşdarî hilbijartinan dibe li Silêmaniyê 13 jin wekî namzet nîşan dan.

Komela Dadgeriyê 10 jin, Hevpeymaniya Niştimanî 9, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 8, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê 5, Lîsteya Serdemê 3, Tevgera Pêwendiyên Îslamî 3 jin wekî namzet nîşan dan.

Li Silêmaniyê 3 jin wekî serbixwe beşdarî hilbijartinê dibin.

Hewlêr:

Li gorî amarên Komîsyona Hilbijartinan ji 385 namzetên bazineya duyemîn a Hewlêrê 112 jin in.

Li Hewlêrê YNKyê 21 jin, PDKyê 19, Bereya Gel 14 jin namzet nîşan dan.

Piştî her sê partiyan, Newey Nwê bi 9 berbijêran herî zêde namzetên jin derxistiye, Lîsteya Serdemê 8 berbijêrên jin, Lîsteya Helwêstêê û Tevgera Îslamî 5 berbijêrên jin kirin namzet.

Goranê û Yekgirtûyê 4 namzetên jin, Tifaqa Kurdistanî 3 jin, Tevgera Pêwendiyên Îslamî jî 2 namzetên jinb nîşan dan.

Li Hewlêrê 4 jin bûn namzetên serbixwe.

Dihok:

Li bazineya sêyem a parêzgeha Dihokê 220 berbijêr dê hevrikiyê bikin ku ji wan 63 namzet jin in.

Li Dihokê bi 15 namzetan partiya ku herî zêde jin kirin namzet PDK ye.

Piştî PDKyê, YNK tê ku 10 namzetên jin nîşan dane.

Yekgirtû û Bereya Gel 7 jin, Hevpeymaniya Kurdistanî 5 jin, Newey Nwê 4 jin û Hevpeymaniya Niştimanî û Helwêstêê jî 3 jin kirin namzet. Komela Dadgeriyê û Lîsteya Serdemê 2 jin kirin namzet.

Li Dihokê 3 jin bûn namzetên serbixwe.

Helebce:

Bazineya çaremîn a hilbijartinan Helebce ye ku herî kêm namzetên jin lê hene. Li bajarê ku 53 namzet dê hevrikiyê bikin, 22 jin bûn namzet.

Komela Dadgeriyê 3 jin kirin namzet. YNK, PDK, Bereya Gel, Serdem, Newey Nwê û Yekgirtûyê her yekî 2 namzetên jin nîşan dan.

Tevgera Îslamî , Tevgera Pêwendiyên Îslamî, Goranê, Helwêstê û Hevpeymaniya Niştimanî jî her yekî namzeteke jin destnîşan kir.

Li Helebceyê namzetên jin ên serbixwe nînin.

Bi giştî hejmara namzetên jin ên partiyan wiha ye:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): Partiya Demokrat a Kurdistanê bi 58 berbijêran, 22 li Silêmaniyê, 19 li Hewlêrê, 15 li Dihokê û 2 li Helebceyê herî zêde jin wekî namzet destnîşan kirin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): Bi 57 namzetên jin, 24 li Silêmaniyê, 21 li Hewlêrê, 10 li Dihokê û 2 li Helebceyê di rêza duyemîn de cih girt.

Newey Nwê: 32 jin, 17 li Silêmaniyê, 9 li Hewlêrê, 4 li Dihokê û 2 jî li Helebceyê kirin namzet.

Hevpeymaniya Kurdistanî: Bi 26 namzetên jin, 16 li Silêmaniyê, 3 li Hewlêrê, 5 li Dihokê û 2 li Helebceyê di rêza çarem de cih girt.

Tevgera Goranê: 27 jin, 15 li Silêmaniyê, 4 li Hewlêrê, 7 li Dihokê û 1 jî li Helebceyê kirin namzet.

Bereya Gel: 37 jin, 14 li Silêmaniyê, 14 li Hewlêrê, 7 li Dihok û 2 jî li Helebceyê kirin namzet.

Lîsteya Helwêstê: 22 jin, 13 li Silêmaniyê, 5 li Hewlêrê, 3 li Dihokê û 1 jî li Helebceyê kirin namzet.

Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê: 15 jin, 10 li Silêmaniyê, 2 li Dihokê û 3 jî li Helebceyê kirin namzet.

Hevpeymaniya Niştimanî: 13 jin, 9 li Silêmaniyê, 3 li Dihokê û 1 jî li Helebceyê kirin namzet.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 19 jin, 8 li Silêmaniyê, 2 li Hewlêrê, 7 li Dihokê û 2 jî li Helebceyê kirin namzet.

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe): 11 jin, 5 li Silêmaniyê, 5 li Hewlêrê, û 1 jî li Helebceyê kirin namzet.

Lîsteya Serdemê: 15 jin, 3 li Silêmaniyê, 8 li Hewlêrê, 2 li Dihokê û 2 jî li Helebceyê kirin namzet.

Tevgera Pêwendiyên Îslamî: 6 jin, 3 li Silêmaniyê, 2 li Hewlêrê, û 1 jî li Helebceyê kirin namzet.

Bi tevahî:

· PDK: 58

· YNK: 57

· Newey Nwê: 32

· Hevpeymaniya Kurdistanî: 26

· Goran: 27

· Bereya Gel: 37

· Helwêst: 22

· Komel: 15

· Hevpeymaniya Niştimanî: 13

· Yekgirtû: 19

· Bizûtnewe: 11

· Serdem: 15

· Pêwendiyên Îslamî: 6

Hejmara namzetên jin ên serbixwe:

Silêmanî: 3

Hewlêr: 4

Dihok: 3

Helebce: 0

Rêjeya namzetên jin:

Li gorî rêjeyê, ji sedî 30ê namzetên giştî yên hilbijartinên xula şeşan a Parlamentoya Kurdistanê jin in.

Tevî ku Helebce di warê hejmara namzetên jin de di rêza dawî de cih girt jî ji sedî 41,5ê giştî yê namzetan bi rêjeya herî zêde ya namzetên jin di rêza yekemîn de cih girt.

Silêmanî bi rêjeya ji sedî 34an di rêza duyemîn de ye û Hewlêr jî bi rêjeya ji sedî 29an di rêza sêyemîn de ye û li Dihokê rêjeya namzetên jin ji sedî 28 hatiye tomarkirin.

Di Parlamentoya Kurdistanê de dê çend jin hebin?

Li gorî pergala nû ya hilbijartinan, li Parlamentoya Kurdistanê ji sedî 30 kotaya jinan heye. 5 kursiyên parlamentoyê ji bo pêkhateyan hatiye veqetandin.

Li gorî pergala nû ji 95 kursiyan 30 ji jinan re hatine veqetandin. Li gorî vê yekê li Silêmaniyê ji 36 kursiyan 11, li Hewlêrê ji 32 kursiyan 10, li Dihokê ji 24 kursiyan 8 û li Helebceyê jî ji 3 kursiyan yek dê kotaya jinan be.

Pêvajoya kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 25ê Îlonê dest pê kir û dê heta 15ê Çiriya Pêşînê berdewam bike.

Roja 20ê Çiriya Pêşînê welatiyên Herêma Kurdistanê bi çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Li gorî komîsyonê, di hilbijartinan de mafê 2 milyon û 899 hezar û 578 kesan a dengdanê heye.