AGIRÎ - Cenazeyê şivanekî li nêzîkî xala leşkerî hatibû dîtin: Bi çeka kê hat kuştin?

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, şivanê ku nêzîkî xaleke leşkerî ya Tirkiyeyê mirî hatibû dîtin bi çekê hatiye kuştin.

Roja Çarşemê li gundê Cewekûmbetê yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê, şivanê bi navê Omer Denîzê 33 salî çû ber pez lê êvarê venegeriya malê.

Piştî ku keriyê wî bi tenê vegeriya, gundî bi hawara şivanê 33 salî ve çûn û ji bo dîtina wî xebat dan destpêkirin.

Di encama xebatên lêgerînê de termê Omer Denîz 200 metre dûrî xaleke pişkinînê ya leşkerên Tirkiyeyê hatibû dîtin ku ji serê xwe derb xwarine.

Termê Omer Denîz ji bo karûbarên otopsiyê bir Saziya Tiba Edlî ya Agiriyê.

Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê di encama otopsiyê de derketiye holê ku Denîz bi çekê hatiye kuştin.

Nayê zanîn ka şivanê navborî ji aliyê kê ve hatiye kuştin û Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê derbarê dosyeya wî de biryara nihêniyê daye.

Li gorî îdiayan ji ber ku Omer Denîz cilên Kurdî li xwe dikirin leşkerên Tirkiyeyê berdewam hişyarî didan wî û çend caran gef li wî xwarine ku ji bo wan sîxurtiyê bike.