Li Loristanê otomobîlek û kamyonetek li hev qelibîn: 9 birîndar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Loristan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Elîguderzê ya parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayekê de 9 kes birîndar bûn.

Êvara pêncşemê li nêzîkî bajarê Elîguderzê yê parêzgeha Loristanê otomobîlek û kamyonetek li hev qelibîn û 9 kes birîndar bûn.

Rêvebirê giştî yê Heyva Sor a Loristanê Mihemed Qedemî ragihand ku tîmên wan yekser gihiştine cihê bûyerê.

Tîman piştî ku birîndar ji wesayîtan derxistine dermankirina destpêkê kiriye.

Mihemed Qedemî diyar kir ku wan 5 birîndar birine Nexweşxaneya Elîguderzê û 4 jî şandine malê.

Her sal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber xirabbûna rêyan û şaşiyên şofêran hejmareke zêde ya xelkê di bûyerên trafîkê de dimirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst