Li Sêwazê agir bi avahiyekê ket: 6 kes bi jehrê ketin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi avahiyekê ket û 6 kes bi jehrê ketin.

Li taxa Dîrîlîşê ya Sêwazê, ji ber sedemeke nediyar agir bi qatê 5an ê avahiyeke 10 qatî ket û gelek kes di avahiyê de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên agirvemirandinê yekser dest bi vemirandina agir kir û wan kesên asê mabûn rizgar kirin.

Agir hat vemirandin lê ji ber dûmanê 6 kes bi jehrê ketin.

Tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxaneyên cuda yên Sêwazê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst