Navenda ÇavdêriyaKarmendên Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser\ Wêne Medyaya Rêveberiya Xweser
Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jin û zarokên DAIŞê vedigerîna nava civakê.
Rêveberiya Xweser hewl dide, jin û zarokên DAIŞê yên Sûriyeyî yên ji Kampa Holê hatine derxistin bi rêya bernameyên civakî û xwendinê vegerîne nava civakê.
Endama Hevserokatiya Navenda Çavdêriya Civakî ya Rêveberiya Xweser Neîme Mihemedê li ser bernameya zarok û jinan axivî û wiha got:
“Piştî vebûna Navenda Çavdêriya Civakî ya Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser me rewşa jinên ku ji Kampa Holê hatine derxistin nirxand û tevî Bernameya Xizmetguzariyan a Amerîkayê dest bi vê projeyê kir.”
Navenda me li ser du qonaxan kar kiriye û ew jî xizmetguzariyên serekî pêk tên.
Aniha me dest bi qonaxa sêyem kiriye ku ji nirxandin û berfirehkirinê pêk tê.
Ew jî ji pirsên kar, xwendin, tendirustî û ewlehiyê li xwe digire.
Em li ser vegerandina civakê ya jin û zarokên ku ji Îlona 2023yan û heta niha ji Kampa Holê hatine derxistin kar dikin.”
Kelûpel û amûrên xwendinê yên Rêveberiya Xweser li zarokan tên belavkirin.
Rêveberiya Xweser dixwaze zarokan ji fikr û bîra DAIŞê rizgar bike da ku jiyaneke asayî bijîn.
“Zarok paşê dê biçin dibistanan”
Her wiha Neîme Mihemedê li ser perwerdekirina zarokan wiha got:
“Di çarçoveya kampanyaya (Hûn Di Nav Kesûkarên Xwe De Ne) pêdiviyên xwendinê li zarokên ji Kampa Holê derketine tê belavkirin.
Hejmara wan 380 zarok in. Armanca vê kampanyayê vegerandina zarokan a li nav dibistanên Rêveberiya Xweser e.
Di heman demê de ev ji aliyê aborî jî piştgiriya zarokên bêmalxwê tê kirin.”
Ji 2019an û heta niha 9 hezar jin û zarokên DAIŞê yên Sûriyeyî ji kampên Rêveberiya Xweser hatine derxistin.
4 hezar zarok ji wan xelkê Reqayê ne. Rêveberiya Xweser bi vê projeyê dixwaze zarok û jin vegerînê nava civakê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse