3 gerîla ketin kemîna Îranê: Nasname hatin eşkerekirin

3 demjimêr berê
Nîşan HPG Gerîla Îran Kemîn Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 3 gerîlayên ku di kemîneke Îranê de canê xwe ji dest daye eşkerekirin.

HPGyê da zanîn ku her sê gerîlayan li Rojhilatê Kurdistanê di kemîneke Îranê de canê xwe ji dest daye û got:

“Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan dema ku ji herêmekê derbasî herêmeke din dibûn 19ê Tîrmeha 2024an li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de şehîd ketin.”

Li gorî daxuyaniya HPGyê, nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne

Rênas Civyan: Navê wî yê fermî Bedran Erîn e û ew ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye.

Hogir Botan: Navê wî yê fermî Şerîf Adlim e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Berxwedan Goyî: Navê wî yê fermî Rizgar Kara ye û ew li Etrûşê hatiye dinê.

HPGyê da zanîn ku Rênas Civyan 2014an, Hogir Botan û Berxwedan Goyî jî 2015an tevî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst