Serok Barzanî li ser şewata li Hemdaniyeyê: Ez bi bihîstina wê karesatê xembar bûm

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Hemdaniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser bûyera li Hemdaniyeyê peyamek belav kir û ragihand, “Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazim.”

Şeva borî, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re ragihand ku herî kêm 113 mirî û bi sedan birîndar hene.

Serok Barzanî di peyama xwe de anî ziman:

“Bihîstina xebera şewata trajîk a navçeya Hemdaniyeyê ku di encamê de bi sedan welatiyan canê xwe ji dest da û birîndar bûn, ez xembar kirim.

Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazim.”

Şahidên bûyerê diyar kir ku di dema dansa bûk û zave de fîşekên hewayî hatin pêxistin û agir bi carekê de bi panelan ket.

Berpirsan li ser bûyera trajîk dest bi lêkolînan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst