Asayîşa Herêma Kurdistanê li Kerkukê emîrekî DAIŞê girt

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, “Di operasyoneke hevbeş a li gel Yekîneya Dijî Terorê ya Îraqê de berpirsê çekdarên biyanî yê DAIŞê hat girtin.”

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Herêma Kurdistanê, “fermandarê tabûra şervanên biyanî” yê DAIŞê Ebu Buhar hat girtin.

Hat diyarkirin ku Ebu Buhar, piştî îstixbarat û şopandina berfireh a bi hevkariya Yekîneya Dijî Terorê ya Îraqê re, li Kerkûkê hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, “Welatiyên me, ji bo aramî û ewlehiya herêmê, di têkoşîna li dijî terorê û bermayên wan de her tim wekî destekî polayî bûne.”