Li Bakurê Kurdistanê rojbûna pêxemberê Îslamê hat pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê, roja jidayikbûna pêxemberê Îslamê şeva borî li mizgeftan bi bernameyên cuda hat pîrozkirin.

Di serî de Amed, Riha, Êlih, Colemêrg û Sêrt li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê roja jidayikbûna pêxemberê Îslamê Mihemed hat pîrozkirin.

Hejmareke zêde ya xelkê ji bo pîrozkirina rojbûna Pêxember berê xwe da mizgeftan.

Li Rihayê gelek kesan berî nimêja eşayê berê xwe da Mizgefta Dergahê. Li mizgeftê piştî nimêja eşayê ji bo pêxember mewlûd hat xwendin.

Li Amedê jî xelk li Mizgefta Mezin kom bû û xelkê bi xwendina mewlûd, Quran û îlahiyan rojbûna Pêxember pîroz kir.

Li Colemêrgê jî li Mizgefta Mezin bi xwendina mewlûda Kurdî rojbûna Pêxember hat pîrozkirin.

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozkirina rojbûna Pêxember çalakî hatin lidarxistin.