Parlamentera YSPyê: Li 7 gundên Wanê xwendekar nikarin biçin dibistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera YSPyê di pêşniyarpirsa xwe ya ji bo Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê de ragihand ku li 7 gundên Wanê bi sedan xwendekar ji ber nebûna servîsan naçin dibistanan.

Li Bakurê Kurdistanê ev zêdetirî 2 hefteyan e dibistan vebûne lê li hinek ji navçe û gundên parêzgehên Bakurê Kurdistanê xwendekar ji ber nebûna servîsan nikarin biçin dibistanan û bi mehan ji xwendinê dûr dimînin.

Parlamentera Wanê ya Partiya Çepên Kesk (YSP) Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê pirsgirêka li çend gund û navçeyên Wana Bakurê Kurdistanê bir rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.

Sayyîgîtê di pêşniyarpirsa xwe de ragihand ku li gundên Kirbali, Meydanli, Yanal, Tahil, Topluca, Orenkale û Yavuzlarê yên navçeya Elbakê ya Wanê xwendekar ji ber nebûna servîsan nikarin biçin dibistanan.

Sayyîgîtê ji Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn re got:

“Gelo hûn agahdar in ku li van 7 gundan bi sedan xwendekar naçin dibistanan?”

“Xwendekar bi mehan naçin dibistanan”

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku li Wanê perwerdeya bi rêya veguhestina xwendekaran êdî bûye pirsgirêkeke kronîk a cidî û got:

“Li gelek gundan ji ber perwerdeya bi rêya veguhestinê xwendekar bi mehan naçin dibistanan.

Bi girtina dibistanên gundan û nemana derfeta perwerdeya li cihê xwe re perwerdeya bi rêya veguhestinê bûye pirsgirêkeke cidî.”

Parlamentera YSPê destnîşan kir ku bi hatina demsala zivistanê dê li Wanê û navçeyên dê ji ber şert û mercên giran ên avhewayê xwe gihandina dibistanan bi rêya servîsan zehmetir bibe û got:

“Ji ber vê yekê di serî de li navçeyên Şax, Elbak û Çaldêranê û gundan berî ku zivistan dest pê bike divê di servîsên dibistanan de ji bo ewlehiya canê xwendekarana gav bên avêtin.

Li gundên navborî ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî divê xebat bên destpêkirin.”