Jineke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin

27-09-2023
RÛDAW
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Hisên Qaîdî
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Hisên Qaîdî
Nîşan Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên di destê DAIŞê de ragihand ku keseke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin û hejmara kesên ku hatine rizgarkirin gihîşte 3 hezar û 574 kesan.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Hisên Qaîdî di kongreya rojnamegeriyê de anî ziman:

“Îro bi piştgiriya berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî keçeke din a Êzidî ya bi navê D.Ayê ku 9 sal in di destê DAIŞê de bû hat rizgarkirin.”

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Hisên Qaîdî diyar kir ku hejmara kesên ku heta niha hatine rizgarkirin 3 hezar û 574 kes e û got:

“Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê, heta ku kesê dawî yê di destê DAIŞê de were rizgarkirin ofîs dê di karê xwe de berdewam be.”

Dema ku hat revandin 14 salî bû

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Hisên Qaîdî destnîşan kir ku kesa hatiye rizgarkirin 23 salî ye û ji Şingalê ye, dema ku hat revandin 14 salî bû.

Qaidî bêyî ku cihê rizgarkirina wê eşkere bike diyar kir ku li wê derê çend kesên din ên ku dê werin rizgarkirin hene û eger ew bên rizgarkirin, dê navê wan eşkere bikin.

Hisên Qaîdî herwiha diyar kir ku Hikûmeta Îraqê heta niha “bi ti awayî” alîkariya ofîsê nekiriye.

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan di destê DAIŞê de sala 2014an bi biryara Nêçîrvan Barzanî hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst