Selma Irmak bi 4 sal û 2 mehan hat cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo siyasetmedara Kurd Selma Irmakê bi hinceta “sivikkirina serokkomar û hikûmetê” 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.

Siyasetmedara Kurd û Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selma Irmak ku ji sala 2016an ve girtî ye.

Ew sala 2015an beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û li ser Haci Lokman Bîrlîkê ku cenazeyê wî dema şerê xendekan bi wesayîteke zirxî ya leşkerî ve hatibû girêdan û kişandin, teşhîrkirina cenazeyê gerîlaya PKKyê Ekîn Wan û çend mijarên din axivî bû.

Ji ber wan gotinên Irmak li ser wê bi hinceta “sivikkirina serokkomar û Hikûmeta Tirkiyeyê” doz hatibû vekirin.

Rûniştina dozê li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat kirin

Roja duşemê rûniştina dozê li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat kirin

Selma Irmak bixwe beşdar nebû lê parêzerê wê Racî Bîlîcî amade bû.

Bilîcî di dozê de parastina muwekîla xwe daxwaza dema zêde ji dadgehê kir û got:

“Em tiştên ku di doznameyê de hatine diyarkirin qebûl nakin. Muwekîla me di dema wê tawanê de parlamenter bû û parêzbendiya wê hebû.

Parêzbendiya wê bi awayekî nehiqûqî hatiye rakirin. Divê gotinên muwekîla me li gor yasayên navxwe û navdewletî di çarçoveya azadiya raderbirînê de bên dîtin û ji ber vê em dixwazin ku ew bê azadkirin.”

Tevî van gotinên parezer dadgehê biryar da ku Selma Irmak bi hinceta “sivikkirina hikûmetê” salek û 3 meh û bi hinceta “sivikkirina serokkomar” jî 2 sal û 11 mehan bê cezakirin.

Selma Irmak kî ye?

Siyasetmedara Kurd Selma Irmak 8ê Adara 1978an li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Cara yekem dema ku li Zanîngeha Konyayê xwendekar bû, bi hinceta xebatên rêxistinkirina xwendekaran hat girtin.

Di salên 90î de bi hinceta “endamtiya PKKyê” nêzîkî 10 salan di girtîgehê de ma, piştre hat azadkirin lê di 18ê Nîsana 2009an de careke din bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hat girtin û sala 2014an hat azadkirin.

Ew herî dawî di 4ê Çiriya Paşîna 2016an de di operasyonekê de tevî 12 parlamenterên HDPyê hat desteserkirin û ji wê demê ve girtî ye.

Selma Irmak di navbera  salên 2014-2016an de hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk kir û di serdema 24emîn de ji parêzgeha Şirnexê wek parlamentera HDPyê hat hilbijartin.

Ew demekê bû endama Komîsyona Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê jî.