Nêçîrvan Barzanî çû serdana birîndaran: ‘Divê em hemû li ba xwişk û birayên xwe bin’

27-09-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî çû serdana birîndaran
Nêçîrvan Barzanî çû serdana birîndaran
Nîşan Şewata Hemdaniyeyê Nînowa Nêçîrvan Barzanî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû serdana birîndarên şewata Hemdaniyeyê û got, “Divê em hemû li ba van xwişk û birayên xwe bin.”

Şeva borî agir bi holeke dawetê ya li navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ket û di encamê de zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, 67 birîndarên bûyerê li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên dermankirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû serdana birîndarên bûyera şewatê yên li Nexweşxaneya Emergencyê (Lezgîn) a Hewlêrê tên dermankirin.

Nêçîrvan Barzanî li nexweşxaneyê bi birîndaran re axivî û derbarê rewşa birîndaran zanyarî wergirt.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê û Parêzgariya Hewlêrê kir ku her ji kêliya destpêkê ve tîmên tenduristiyê şandine cihê bûyer.

Nêçîrvan Barzanî got, “Ez spasiya karmendên tenduristiyê dikim ku bi başî çavdêriya birîndaran dikin. Ev ji bo hemû gelê Herêma Kurdistanê cihê şanaziyê ye.”

“Karesateke mezin a mirovî ye”

Serokê Herêma Kurdistanê bûyer wekî “karesateke mezin a mirovî” pênase kir û got:

“Divê em hemû li ba van xwişk û birayên xwe bin. Xwedê sebrê bide wan.”

Bi Serokwezîrê Îraqê re axivî

Nêçîrvan Barzanî herwiha da zanîn ku ew îro bi telefonê bi Serokwezîrê Îraqê re Mihemed Şiya Sûdanî re axiviye û got:

“Ew bixwe ji ber vê bûyerê gelekî nîgeran e û ji nêzîk ve mijûlê rewşê dibe. Wî yekser Wezîrê Navxwe û Wezîrê Tenduristiyê şandin Nînowayê.

Min ji wî xwest ku di vê mijarê de lêkolîneke cidî bike û mexdûran qerebû bike. Ji bo kêmkirina êşê çi ji destê wî tê dike.”

“Ev karesata me hemûyan e”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekez kir ku  her çi pêwîst be ew ê bikin û got:

“Ew ezîzên me ne û karesata ku bi ser wan de hatiye ya me û Herêma Kurdistanê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst