Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 roj şîn ragihand

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hemdaniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 3 roj şîna giştî ragihand.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî bi daxuyaniyekê li ser tora civakî ya Facebookê ragihand:

“Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo rêzgirtina qurbaniyên bûyera Hemdaniyeyê li Herêma Kurdistanê 3 roj şîna giştî ragihand.”

Pêşewa Hewramanî da zanîn ku piştî belavbûna nûçeya wê bûyerê, serokwezîr ferman da tîmên tenduristiyê û hawarçûnê ku xwe bigihînin qurbaniyan û deriyên nexweşxaneyên Kurdistanê jî ji bo dermankirinê ji birîndaran re vekin.

Şeva borî nêzîkî demjimêr 22:30ê agir bi holeke dawetê ya li navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ku piraniya şêniyên wê Xirîstiyan in, ket.

Di encamê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst