Li Binarê Qendîlê bombebaran: Jinek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên bêfirokevan, devera gundê Bokrîskanê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir û jinekê canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Balafirên bêfirokevan îro devera gundê Bokrîskanê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Derbarê bûyerê de welatiyê bi navê Luqman ê ji gundê Bokrîskanê ji Nûçegihane Rûdawê Ebûbekir Îsmaîl re got:

"Ji sibehê ve dronên çavdêriyê digeriyan. Paşê li nêzîkî Şaredariya Binarê Qendîlê li malekê xist lê li wê derê ti zerer çênebû.

Paşê sê otomobîl li nav gund bûn û dronekê li yekê ji wan da. Em bi hawara wan ve çûn. Jineke cîranê me canê xwe ji dest da û jinek û zilamek jî birîndar bûn.”

Şahidhalê bûyerê herwiha diyar kir ku kesa canê xwe ji dest daye navê wê Estî Mihemed e û 60 salî ye.

Bi gotina Luqman kesên sivîl bûne armanca êrişê û di otomobîlê de ji bilî kesên sivîl kesekî din nebû.

Ev ne cara yekem e ku gundê Bokrîskanê yê Binarê Qendîlê tê bombebarankirin.

Berê jî çend caran balafirên bêfirokevan ên Tirkiyeyê ew dever bombebaran kiribûn.

Tirkiye îdia dike, ji ber hebûna binke û baregehên PKKyê, artêşa wan wê navçeyê bombebaran dike.