Asayîşa Herêma Kurdistanê: Me xwediyê hola dawetê ya li Hemdaniyeyê desteser kir

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, “Me xwediyê hola dawetê ya li Hemdaniyeyê li Hewlêrê desteser kir.”

Şeva borî, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand:

“Xwediyê hola ku li navçeya Hemdaniyeyê şewitî ji aliyê saziyên me ve hat desteserkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Federal Îraqê fermana desteserkirina çend kesan da ku di nav wan de xwediyê holê Semîr Silêman Kirûmî Refo Aso jî heye.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman:

“Piştî biryarê, saziyên me li Hewlêrê, xwediyê holê desteser kir û radestî Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê kir.”

Şeva borî agir bi holeke dawetê ya li navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ket û di encamê de zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.

Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re ragihand ku herî kêm 113 mirî û bi sedan birîndar hene.