Mesrûr Barzanî li ser bûyera li Hemdaniyeyê: Em ji bo alîkariyê amade ne

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Hemdaniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser bûyera li Hemdaniyeyê peyamek belav kir û ragihand, “Em gelekî xembar bûn û ji bo her cure alîkariyê em amade ne.”

Şeva borî, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re ragihand ku herî kêm 113 mirî û bi sedan birîndar hene.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser bûyera şewatê peyamek belav kir û anî ziman:

“Ez xwe şirîkê xema wan dizanim. Xwedê wan bi bihuştê şad bike. Ji birîndaran re şîfayê dixwazim.”

Duh bi gihîştina xebera şewatê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Tenduristiyê û hemû aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kir ku alîkariya qurbaniyan bikin.

Şahidên bûyerê diyar kir ku di dema dansa bûk û zave de fîşekên hewayî hatin pêxistin û agir bi carekê de bi panelan ket.

Berpirsan li ser bûyera trajîk dest bi lêkolînan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst