Nêçîrvan Barzanî ji bo Hemdaniyeyê peyam da: Em ji bo alîkariyê amade ne

27-09-2023
Nîşan Nînowa Şewat Hemdaniye Nêçîrvan Barzanî Peyama Sersaxiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî li ser bûyera li Hemdaniyeyê peyamek da û ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê amade ye.

Şeva borî, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re ragihand ku herî kêm 113 mirî û bi sedan birîndar hene.

“Em amade ne”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê amade ye.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de ji xizmên qurbaniyan re sersaxî xwest û got:

“Em ji birîndaran re silametiyê dixwazin. Di vê dema dijwar de hiş û aqilê me li cem wan e. Em amade ne ku alîkariyê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst